Artêşa Îsraîlê: Di 24 saetan êrîşî 170 hedefên Îranê kirin

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku di 24 saetên dawî de di nav de tesîsên çekan û baregehên leşkerî jî hene êrîşî 170 hedefên li rojavayê Îranê kirine.

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) bi zimanê Farisî li ser platforma X’ê îdia kir ku êrîşî baregehên girîng ên li rojavayê Îranê kirine. Li gorî daxuyaniyê tesîsên ku Îran parçeyên çekan û motorên dronan hildiberîne hedef hatine girtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê IDF ve hatine parvekirin êrîşî qereqola polîsan a li Sanandajê û wargehek aîdî baskê dilxwaz ê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya li Dêhgolanê kirine.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku di 24 saetên dawî de êrîşî 170 hedefên Îranî kirine.